• Monday, 16 February 2026
logo

Şingal: Kamyonek bombekirî û balafireke sîxorî ya DAIŞê hat rûxandin!

Gulan Media January 7, 2015 Nûçe
Şingal: Kamyonek bombekirî û balafireke sîxorî ya DAIŞê hat rûxandin!
Hêzên Pêşmerge kamyoneke bombekirî ya DAIŞê teqandin her wiha yek ji balafirên sîxoriyê yên wê rêxistinê jî xistin.

Peyamnêrê Rûdawê li ser çiyayê Şingalê, Obêd Reşavayî ragihand, îro derdora saet 16:30, hêzên Pêşmerge kamyoneke bombekirî ya DAIŞê ku dixwest di nav Pêşmerge de biteqînin, teqandin.

Obêd Reşavayî da zanîn ku di wê bûyerê tiştek bi hêzên Pêşmerge nehat.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha li ser zarê fermandeyên Pêşmerge li Şingalê jî eşkere kir ku îro sê balafirên sîxorî yên DAIŞê li Şingalê bi ser hêzên Pêşmerge de sîxorî kiribûn lê Pêşmerge yek ji wan xistibû û yên din jî vekişiyabûn.

Li gorî agahiyên Reşavayî, çekdarên DAIŞ li nav Şingalê de bombe û mayînan datînin ji ber ku haydarî wê yekê ne ku êdî cihê wan li wê deverê nemaye û Pêşmerge zû yan dereng dê wan ji wir derxîne.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha anî ziman ku ev du roj in hewayekî pir sar li ser çiyayê Şingalê heye û bahoz û bagerê rewşa koçberên wir şepirze kiriye.

Rudaw
Top