• Monday, 16 February 2026
logo

Li Kobanê 41 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media January 7, 2015 Nûçe
Li Kobanê 41 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Hêzên Kurdî li bajarê Kobanê di pêşdeçûna berdewam de ne, di şer û pevçûnên duh, Sêşemê, de jî 41 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Duh, 6ê Çile, hêzên Kurdî karîn ji sedî 80 ji bajarê Kobanê ji dest çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) derbixin, heta niha jî şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Kurdî û çekdarên DAIŞê de berdewamin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, di şer û pevçûnên duh li Kobanê de, 41 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ji encama şer û pevçûnên ligel hêzên Kurdî û bombebarana firokeyên hevpeymanan.

Hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Amerîka jî aşkere kir ku, ji roja Duşem heta Sêşemê, firokeyên wan 10 operasyon li dijî pêgehên DAIŞ li Sûriyê pêkanîn, piraniya wan jî li Kobanê bûn.

Şer û pevçûn niha li eniya başûr û başûrê–rojhilatê Kobanê gur bûne, çekdarên DAIŞê bi hemû hêza xwe êrîş dikin da ku axa ku ji dest derketiy vegerîne, lê şervanên Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di rûyê wan êrîşan de rawestiyane.

Rudaw
Top