• Monday, 16 February 2026
logo

Şer li Kobanê gurtir dibe û DAIŞ jî gefan dixwe

Gulan Media January 6, 2015 Nûçe
Şer li Kobanê gurtir dibe û DAIŞ jî gefan dixwe

Şer û pevçûnnê li eniya başûr–rojhilata bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanê Kurd û çekdarên DAIŞ`ê gurtir dibe û hejmarek çekdar jî hatin kuştin.

Çavkanieyeke meydanî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kuridstanê ji peyamnêrê BasNewsê re got:“ Êvara duh Duşmê 05.01.2015`an çekdarên DAIŞ`ê êrîşke bo ser dibistana el-Mihdise (Reş) ya başûrê navîna bajarê Kobanê kirin, lewira şer û pevçûnek dijwar di navbera şervanên Kurd û çekdaran qewimî û di encam de hejmrek çekdar hatin kuştin û tengek jî hat jinavbirin û piştre çekdar bi şûnda vekişîn kirin.

Herwiha wê çavknaiyê aşkere kir ku “Her duh êvarî ligel bombe barankirina firokeyên hevpeymanan bi ser pêghên çekdarên DAIŞ`ê de li eniya başûrê rojhilatê bajarê Kobanê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) êrîşek li nêzîkî girê Miştenûrê encamdan û bi du cadeyan pêşdeçûn kirin.

Vê sibê jî, Sêşem 6-1-2015`an, çekdarên DAIŞ`ê bi hawinan navenda bajar û taxên rojavayê bajarê Kobanê topbarankirin û di encam de hejmarek xaniyê welatiyan hilweşiyan.

Li gor ku çavkaniyên meydanî ji bajarê Kobanê jî radhighênin, heta niha ji sedî 80 ji bajêr di dest hêzên Kurdî de ye, di demek nêzîk de jî wê tevaya bajar ji çekdarên DAIŞê were paqijkirin.

Ji aliyê xwe ve çend malper û rûpelên ser bi DAIŞê ve belav kirine ku, praniya bajarê Kobanê di bin destê çekdarên wê rêxixtinê de ye û diyar dikin ku heta niha şer û pevçûn li nava bajar berdewamin.

Herwiha wan malperan belavkiriye jî ku, çekdarên DAIŞê soz didin xelîfeya wê rêxistinê ku ew dê xweragirin, tevî bombebarana pêgehên wan ji aliyê firokeyên hevpeymanan.

basnews
Top