Li Dêrikê 13 xort ji bo leşkeriya neçarî hatin girtin
Peyamnêrê Rûdawê li Dêrikê, ragihand ku roja yekşema borî (4ê Çile) 13 xort ji aliyê asayişa bajêr ve hatin girtin.
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ew xort ji ber leşkeriya neçarî hatine girtin çimkî piştî girtinê ew veguhestin kampa perwerdeyê ya Qamişloyê.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di nav wan xortan de 6 ji bajarê Hesekê, 3 ji Dêrikê û 4 ji Qamişloyê bûn.
Dêrik girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye ku ji aliyê PYDê ve tê birêvebirin.
Rudaw
