• Monday, 16 February 2026
logo

Bexda amarek nû ya kurdên êzîdî yên revandî belav kir

Gulan Media January 6, 2015 Nûçe
Bexda amarek nû ya kurdên êzîdî yên revandî belav kir
Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê ragihand ku, rêxistina DAIŞê 5000 kurdên êzîdî revandine û li bazara firoştina jinan ew kes hatine firotin.

Wezîrê Mafê Mirovan ê Iraqê Mihemed Mehdî pêşwazî li şandeke welatê Fransayê kir û di wê hevdîtinê de behsa kurdên êzîdî yên ku hatine revandin kir.

Mihemed Mehdî di wê hevdîtinê de ragihand: “Me daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, wê tawana ku hatiye serê kurdên êzîdî, wek tawana qirkirinê nas bikin.”

Mehdî wiha got: “Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê di dema pêkanîna konferans û civînên nav Iraqê û derve de, kar li ser bi dokumêntkirina wan tawanan dike, ji wan jî gorî komî û îşkence û firotina kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve.”

Wezîrê Mafê Mirovan wiha domand: “Em dixwazin hemû tawanên DAIŞê li pêşiya civaka navdewletî bi dokumênt bidin xuyakirin, da ku wek bûyereke qirkirinê were naskirin.”

Mihemed Mehdî da zanîn ku, “5000 kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin û li bazara firoştina jinan ew kes hatine firotin. Herwiha bi hezaran jî hatin kuştin.”

Rudaw
Top