Bakur: 9 rayedarên kurd ji ber Ocalan hatin girtin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, kampanyaya berdana Ocalan didome lê li hin deveran bi hêceta ku kampanya qanûnî nîne, girtin çêdibin.
Ji ber wê jî, îro Hevserokên Şaredariya Qosera Mêrdînê, Leyla Salman û Îsmaîl Asi bi tohmeta ku “pesnê sûcdar” û “propagandaya rêxistinê” kirine, hatin girtin.
Li gorî ajansên nûçeyan, li bajarê Batmanê jî 4 jê endamên Encumena Şaredariyê 7 kes bi heman tohmetê hatin girtin.
Rayedarên ku hatine girtin hemû endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) in.
Rudaw
