Niha dema ji nû ve avakirinê ye
Sala 2015’an sala avakirinê ye
Meclîsa Rêveberiya Kantona Kobanê jî piştî ku DAIŞ bi piranî hat şikandin bi daxuyaniyekê ragihand da ku şêniyê bajêr ê ku hîn li derveyî bajêr e vegerin Kobanê, di nava parastin û avakirina bajêr de cîh bigirin. Li gor daxuyaniya rêveberiyê wê sala 2015’an bibe sala ji nû ve avakirin, aştî û aramiya Kobanê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku her çiqas bi temamî talûkeya DAIŞ’ê ji holê ranebûbe jî, êdî bajar hatiye rizgarkirin û bo şêniyê Kobanê dema vegerê hatiye.
Herwekîdin Komîteya Alîkariya Kobanê jî ragihand ku alîkariyên ji Kobanê re tene şandin li sivîlan têne belav kirin lê belê alîkariyên ku tên têra xelkê nakin. Komîteyê eşkere kir ku ji ber mercên zivistanê pêwîstiyên xelkê zede dibin. Komîte di daxuyanî xwe de li ser giringiya koridora mirovî rawestiya û anî ziman ku divê korîdor ji ser Tirkiyê bê vekirin.
‘Kobanê kuçe bi kuçe ji DAIŞ’ê tê paqijkirin.’
Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Emid Şewket rewşa dawî ya şerê li Kobanê ji BasNûçeyê re eşkere kir. Şewket anî ziman ku rewşa bajêr ber bi başbûnê ve diçe û roj roj bi roj pêşve diçin û herêman ji dstê DAIŞ’ê derdixin. Şewket, li ser pêşketina hêzên kurd a li çeperên şer jî rawestiya û wisa berdewam kir: “DAIŞ roj bi roj têk diçe, şer bêhtir bi tûndî li başûr û rojhilatê bajêr berdewam dike. DAIŞ di demeke nêz de dê ji Kobanê bê derxistin. Berxwedana hêzên kurd a hevpar berdewam dike. Pêşketinên mezin hatine pê. Kobanê kuçe bi kuçe ji DAIŞ’ê tê paqijkirin.”
‘Plana me ya rizgarkirinê pêk tê’
Rêdûr Xelîl Fermendeyê YPG’ê jî berxwedana hêzên kurd a hevpar bi bîrxist û anî ziman ku bajar ji sedî 70 ji deste DAIŞ’ê hatiye derxistin. Xelîl rewşa şêrê Kobanê ji BasNûçe’yê re wiha eşkere kir: “Em digihên encamên pêngava rizgarkirina Kobanê, plana me ya rizgarkirinê gav bi gav pêk tê.” Xelîl li ser dijwariya şerê Kobanê jî rawestiya û berxwedana hêzên kurd wisa anî ziman: “Em vî şerî mal bi mal kuçe bi kuçe didomînîn, Em axa xwe gav bi gav ji destê DAIŞa terorîst derdixin. Her çiqas DAIŞ ji nav diçe jî em dizanin ku ne hêzeke biçûk e. Digel ku bi hewldanên mezin êrîşî me dikin jî tu encaman nastînin. Hêvî dikim k udi demeke nêz de em ê bigihêjin encamên serketinan. “
Xelîl anî ziman ku xelkê ku vedigerin bajêr bi trajediyê re rû bi rû dimînîn û pêwîstiyên wan ê derman û xwarinan nayêne dabînkirin. Xelîl berxwedan û dilêriya xelkê Kobanê wisa eşkere kir“Vegera gel a ji bo bajerekî ku şer lê heye, divê bê pîrozkirin. Dixwazin li ser axa xwe bijîn lê belê rewş gellekî dijwar e. Kêşeya me ne tene zivistan e, ji bo ku em li hember DAIŞ’ê encamên baş bistînin pêdîviya me bi çek û cebilxaneyê heye.” Xelîl anî ziman ku beriya çend rojan li hember Kantona Efrînê êrîşa xwekujiyê hatiye li dar xistin û di encama vê êrîşê jî de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Xelîl her wiha eşkere kir ku bajar niha aram e.
Hêzên leşkerî dixwazin kongre pêk were
ermandeyê YPG’ê Rêdûr Xelîl berxwedana Pêşmergeyan a li Kobanê jî bilind nirxan û anî ziman ku di operasyona dawî de Pêşmergeyan bi çekên giran beşdarî li şer kirine û gellekî alîkariya YPG’ê/YPJ’ê kirine. Xelîl li ser hevkariya hêzên kurd a di şer de jî rawestiya û wisa berdewam kir: “ Pêkve difikirin û tevdigerin û piştre jî bi hêsanî li hember dijmin şer dikin.” Bi derbasbûna Pêşmergeyan a ji bo Kobanê re pêdiviya hevkariya kurdan û Kongreya Neteweyî ya Kurd dîsa hatibû rojevê. Xelîl bal kişand eniyên şer ên hêzên kurd lê şer dikin û pediviya hevkariya hêzên anî ziman. Xelîl her wiha wisa berdewam kir: “ Hêzên kurd ên leşkeri li hemû herêman pêkve şer dikin. Eger Pêşmerge li Kobanê be, YPG jî li Şengal Xaneqîn û Kerkukê ye. Xebatên kongrê bêgûman xebateke siyasî ye, lê belê ji bo gelê kurd demil dest divê pêk were. Daxwaz û hêviyên hêzên leşkeri ewe ku kongreya ji çar perçeyên Kurdistanê re xizmetê bike bilêz pêk were.”
Bi 38 wesayîtan êrîşên xwekujiyê
Xelîl êrîşên DAIŞ’ê yên bi wesayîtên bombekirî yê li hember YPG’ê jî, “weke neçarî û lawazî û têkçûna” DAIŞ’ê nirxand. Xelîl têkçûnên rêxistina terorê ya DAIŞ’ê li hember hêzên kurd jî bi bî xist û wisa berdewam kir: “ DAIŞa li hember YPG’ê xweranagire dest bi şêwazên bi vî rengî dike. Di berxwedana li hember DAIŞ’ê de me azmûneke baş bidest xist. Heta niha bi 38 wesayîtên bombekirî êrîşên xwekujiye pêk anîn. Ev yek ji kirinên wan ê li Iraq û Sûriyê zêdetir in.”
ENKS: Wan kesan biqewirînin
Di vê navberê de Eniya Netewî ya Kurdên Surîyê (ENKS) ji TEV-DEM’ê xwest ku kesên ku di hilbijartina ‘Eniya Mutabakata Siyasî’ de du endamên ku dengê xwe dane nûnerên TEV-DEM’ê ji ENKS’ê bêne derxistin. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hat gotin ku Endamê Polîtbûroya El-Partî Goman Huseyîn û Endamê Polîtbûroya El-Wehde Ehmed Çeto ji SMDK’ê bêne bi dûrxistin û hat ragihandin ku ji cîhê wan du navên din wê di rojên pêş de bêne diyarkirin.
Basnews
