• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê çû çiyayê Şengalê

Gulan Media January 5, 2015 Nûçe
Serokwezîrê Kurdistanê çû çiyayê Şengalê

Serokwezîrê Kurdistanê çû serdana mezara Şêx Şerefedîn li çiyayê Şengalê.

Di çarçoveya serdanên xwe yên bo eniyên şer de îro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana çiyayê Şengalê û mezara Şêx Şerefedîn kir û ji nêz ve ji rewşa Ezidiyên ku aware bûne pirsî.

Piştî ev serdana han ya meydanî Serokwezîrê Kurdistanê li ser mezara Şêx Şerefedîn di daxuyaniyeke çapemenî de eşkere kir ku piştî azad kirina yekcarî ya Şengalê vê hikûmeta Kurdistanê tevahiya xizmetgozariyan wedigerîne bo vê bajarê.

Barzanî eşkere kir ku vê çend komîteyên hikûmeta Kurdistanê serdana Şengalê bikin û li ser kêşe û arîşeyên vê deverê lêkolînan bikin û pêdiviyên Ezidiyan vê destnîşan bikin daku hikûmet jî ev pêdiviyên han dabîn bike.
Top