PDK û YNKê pêştir li ser yekxistina hêzên pêşmerge lihev kirine
Şêx Cefer dibêje PDK û YNK piştir li ser yekxistina hêzên pêşmerge lihev kirine.
Wezîrê berê yê pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa derbarê ev kesên ku li dijî yek xistin û nîştimanî kirina hêzên pêşmerge radiwestin got: Ev kesên han wisa dihizrin ku qaşo hêzên pêşmerge kompaniyayeke bo parastina berejwendiyên wan yên takekesî.
Şêx Cefer eşkere kir ku her kes ya her aliyek ku li dijî yek xistin û nîştimanî kirina hêzên pêşmerge be vê ti girîngiyek bi berejwendiyên nîştimanî nede û bi tenê hizra parastina berejwendiyên xwe yên takekesî bike.
Mistefa eşkere kir ku yekxistin û nîştimanî kirina hêzên pêşmerge ne tişteke nûye û beriya niha jî her yek ji partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê li ser vê babetê lihev kirine.
