• Monday, 16 February 2026
logo

Mela Bextiyar: Biryarên yekalî nayên qebûl kirin

Gulan Media January 5, 2015 Nûçe
Mela Bextiyar: Biryarên yekalî nayên qebûl kirin

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar derbarê yekgirtina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de daxwiyaniyek da û got: ‘’Biryarên yekalî nayên qebûl kirin.’‘

Di daxwiyaniya Sekreterê Rojnamevanî yê Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar de wiha tê gotin: ‘’Mela Bextiyar ji ber rewşa xwe ya tendirûstiyê 4 roj e li derveyî welat bû, di wê demê de jî berê xwe nedaye rojname, Tv û malperan, heta doh (03.01.2015) berê xwe daye hinek nûçeyan.’‘

Derbarê yekgirtin an jî organîzekirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de jî, di daxwiyaniyê de ku malpera fermî ya YNK’ê belav kiriye, wiha tê gotin: ‘’Derbarê yekgirtina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de wiha diyar e ku gelek axaftin tên kirin û hene, axaftina me jî li ser vê mijarê heye, lê belê derbarê rewşa niha de, em tenê vêna dibêjin; Berî pirsgirêkên niha yên nav Polîtburoya YNK’ê, bi amadebûna rêzdar cîgirê sekreterê giştî û berpirsên leşkerî li polîtburoyê, biryar hat dayîn ku YNK li ser yekgirtina Hêzên Pêşmerge û çendîn babetên din ên hikûmetê ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gotûbêjê bike, di biryarê û civîna Polîtburoya YNK’ê de, wiha tê gotin; Ji xeynî projeyên hevbeş, biryarên yekalî nayên qebûl kirin.’‘

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar berî niha gotibû: ‘’Her tiştek ku berê ligel YNK’ê nehatibe gotûbêjkirin, ji çi wezaretak, ji çi hikûmetekê yan ji aliyê her kesekî ve derbiçe, em qebûl nakin.’‘

Mela Bextiyar di dema beşdarbûna salvegera şehîd Kakeebe Dêfate de li Derbendîxan, derbarê pirsgirêkên navxweyî yên YNK’ê de wiha axifî bû: ‘’Em ne hizbek in ku tevî şoreşê nebûbin, heta merc li ser me werin ferzkirin, herwiha em ne hizbek in ku xêr li me bê kirin heta biçin nav hikûmetê û bi navê vê wezareta û wê wezaretê şert û merc li ser me bên ferzkirin. Her tiştek ku berê ligel YNK’ê nehatibe gotûbêjkirin, ji çi wezaretak, ji çi hikûmetekê yan ji aliyê her kesekî ve derbiçe, em qebûl nakin. Divê hemû tişt berê hatibe gotûbêjkirin û projeyên hevbeş hebin û razî bin piştre cîbicîh dikin, ji ber em Yekîtî ne.’‘

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî 14’ê vê mehê biryarnameyek ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re şand û got ku rê li ber hizbayetiya di nav wezaretê de bigirin û bila tenê wezaret meaşê Pêşmergeyan bide û divê Hêzên Pêşmerge bibin yek.

Rudaw
Top