• Monday, 16 February 2026
logo

İraq divê mehane milyarek û 200 milyon dînar ji Pêşmergeyan re bişîne

Gulan Media January 5, 2015 Nûçe
İraq divê mehane milyarek û 200 milyon dînar ji Pêşmergeyan re bişîne


Li gor butçeya 2015 ya İraqê û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, divê İraq ji vê mehê ve milyarek û 200 milyon dînar ji Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re bişîne û herwiha ji çekên ku dikire jî pêwist e beşa Pêşmergeyan bide.



Di vê derbarê de Biryarderê Komisyona Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya İraqê Şaxewan Ebdulla ji BasNewsê re got: ‘’Li gor butçeya 2015 ya İraqê, divê mehane hikûmeta Bexdayê milyarek û 200 milyon dînar ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, herwiha ji wan çekên ku dikire jî divê beşa Pêşmergeyên Kurdistanê bide.’‘



Şaxewan Ebdulla wiha axifî: ‘’Ji Hezîrana sala borî ve İraqê bi behayê 106 milyon dolar çek kiriye, lê belê tu çekek nedaye Pêşmergeyan, di demekê de divabû bi kêmanî behayê 10 milyon dolar çek bidana Pêşmergeyên Kurdistanê.’‘



Hêjayê gotinê ye îro medya İraqî li ser zarê Wezîrê Darayî yê İraqê Hoşyar Zêbarî belav kiribû ku Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî razîbûna xwe pêşan daye ku çekan ji Pêşmergeyan re bişînin, lê belê nehat diyar kirina ka hejmara wan çekan çiqas e yan jî corê wan.



basnews
Top