• Monday, 16 February 2026
logo

DAİŞ zarokan dişîne eniyên şer

Gulan Media January 5, 2015 Nûçe
DAİŞ zarokan dişîne eniyên şer

Hat zanîn ku rêxistina DAİŞ’ê bi mebesta şer hejmarek zarok şandine eniyên şer ên sînorê nehya Zumar ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê.

Berpirsê Lijneya navçeya Dîcle ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li nehya Zumar Hesen Xelo derbarê mijarê de agahî dan BasNewsê û got: ‘’Rêxistina terorîst a DAİŞ’ê hejmareke zêde ya zarokan ji navçeyên di bin kontrola xwe de revandine û hinek ji wan zarokan şandine eniyên şer.’‘

Li gor Hesen Xelo, li eniyên şer ên navbera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û çekdarên DAİŞ’ê li nehya Zumar, hejmarek zarok hatine danîn, ku berê li ser çek û şer perwerde dîtine. Piştî dîtina rewşa eniyên şer, hinek ji wan zarokan tirsiyane û kirine qerebalix, loma çekdarên DAİŞ’ê daxwaz kirine ku careke din zarokan neşînin eniyên şer, ji ber nikarin şer bikin.’‘

Basnews
Top