Siûdiye Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Biryare Siûdiye di rojên pêş de Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê vebike.
Li gor zaniyariyan biryare vê hefteyê heyeteke Dîplomatên Siûdiyeyê serdana Hewlêrê û Bexdayê bikin daku amadekariyên vekirina Konsulusxaneyên Siûdiye li Îraq û Kurdistanê de bikin.
Li gor ajansên nûçeyan Şahê Siûdiyeyê biryar daye ku lazime bilez bo cîhbicîh kirina karûbarên Dîplomatîk li Hewlêr û Bexdayê Konsulusxaneyên Sidûdiyeyê li Hewlêr û Bexdayê ve werin vekirin.
Weke tê zanîn jiber dagîr kirina Kuwaitê ji ali Îraqê ve di sala 1990an de Siûdiye Konsulsuxaneya xwe ya li Bexdayê daxistibû.
