Nêçîrvan Barzanî li eniya Zûmarê ye
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî niha di civînê de ye ligel fermandarên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge li wê eniyê bo nirxandina rewşa navçeyê.
Roja 17ê Berfenbarê di çarçoveya operasyonên Hêzên Pêşmerge li ser Şingal û navçeyên derdora wê, êriş li gundên wê deverê jî hatin kirin û bi temamî hatin rizgarkirin, ku hejmara wan 7 gund bû û niha di destê Pêşmerge de ne.
Rudaw
