Çekdarên DAIŞ`ê 45 kes winda kirine
Çavkaniyeke ewlekariya Parêzgeha Enbar`ê ragihand ku, îro beriya danê nîvro çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) hêriş kirin ser Êla Cemîle li Başûrê Qezaya Kerame û di encam de 45 kes ji wê êlê beribi cihekî nediyar ve revandine ku hîna çarenivîsa wan ne diyar in.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, hêrişa Çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) bo ser endamên Êla Cemîle jiber piştevanîkirina wê êlê bo Artêşa Îraq`ê tê ku beşdarî helmeta rizgarkirina hin deverên Parêzgeha Enbar`ê kirine.
Xendan
