Fermandarekî Artêşa Iraqê: Malikî sedema şikestina me bû
Ferîq Ebdulwehab Saidî di daxuyaniyekê de ragihand: “Pêwîstiya Artêşa Iraqê bi çek û kelupelên leşkerî û hêzên amadekirî bo şer heye. Hikûmet û artêş me tijî gendelî ne.”
Herwiha wî fermandarî metirsiya xwe li hember lawazbûna artêşê û zêdebûna metirsî û hêza DAIŞê veneşart ku bikaribin destê xwe deynin ser bajarokê Selahedîn yê parêzgeha Selahedîn.
Fermandarê operasyonên Artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedînê wiha got: “Niha artêş pişta xwe bi çekdarên milîsên şîe girê dide, lê ew çekdar hurmetê ji qanûnê nagrin û malên xelkê li navçeyên bin destê hikûmetê li Tikrît talan dikin û efserên artêşê jî ji operasyona rizgarkirina Bêcî titirsînin.”
Derbarê şikestina Artêşa Iraqê li hember çekdarên DAIŞê, Ferîq Ebdulwehab Saidî ragihand: “Berpirsyaretiya exlaqî ya şikestina artêşê dikeve ser milê Malikî.”
Rudaw
