Balafir û Pêşmerge li Başîkê bi giranî li DAIŞê dan
Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî balafirên şer û Hêzên Pêşmerge li Başîkê bi giranî li DAIŞê dan û di encamê de 11 çekdarên wan hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûne. Herwiha hejmarek çekên wan jî hatin têk birin.”
Beriya niha berpirsekî ji polîsên parêzgeha Mûsilê bi navê Nîme Cibûrî ji Rûdawê re ragihandibû: “Çekdarên DAIŞê pijîşkê bi navê Newfel Tahîr û hevjîna wî gulebaran kirin, ji ber ku red kir Waliyê Baduşê yê birîndar derman bike.”
Herwiha duhî, Berpirsê Şaxa 14 a PDKê li Mûsilê, Îsmet Receb ji Rûdawê re got, li nahiyeya Geyare li başûrê bajarê Mûsilê, bombek bi otomobîla berpirsekî DAIŞê bi navê Fewaz Ehmed Fewaz de teqiya.
Îsmet Receb da zanîn ku, “Di bûyerê de ew berpirsê DAIŞê û çekdarên pê re hatin kuştin.”
Wî rayedarê PDKê her wiha got ku ew bomb ji aliyê koma bi navê “Ketîbeyên Mûsilê” hatibû danîn.
Berpirsê Liqa 14 a PDKê eşkere kir ku jibilî Ketîbeyên Mûsilê, hinek komên din ên çekdar jî hene ku li dijî çekdarên DAIŞê yên li Mûsilê êriş û çalakiyan pêk tînin.
Ji roja pêncşemê ve, DAIŞ internet li ser xelkê Mûsilê birriye û welatî bi vê yekê gellekî dilgiran bûne, ew jî ji bilî nebûna xizmetguzariyên mirovî.
Rudaw
