• Monday, 16 February 2026
logo

Fermandarê Şerîy yê DAIŞê li Kobanê hat kuştin

Gulan Media January 3, 2015 Nûçe
Fermandarê Şerîy yê DAIŞê li Kobanê hat kuştin

Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) kuştina fermandarê xwe yê şerîy bi fermî ragihand.

Malpereke nêzî ji DAIŞê ragihand ku, fermandarê DAIŞê yê şerîy, Osman Al Nazih, ku ji Erebisatan Siûdiyê ye, di nava çekdarên DAIŞê de li Kobanê hatiye kuştin.

Li gor ku malperê belavkirye, Osman Al Nazih ji xelkên devera Esîr a Erebistana Siûdiyê ye, pileya doktoriyê li bingehên fiqha Islamê d, demekê jî mamostayê zanîngeha Şah Xalid bû.

Piştî ku Al Nazih tevlî çekdarên DAIŞê dibe, rêxistina navbûrî wî wek fermandarê xwe yê şerîy dide nasîn.

Li ser Twitterê, pêgehek bi navê Osman Al Nazih, nûçeya kuştina feramdarê şerîy ê DAIŞê red kiriye.

Basnews
Top