Heyeteke hikûmeta Îraqê serdana mihwera Giwêrê kir
Heyeteke hikûmeta Îraqê serdana hêzên pêşmerge li her du mihwerên Giwêr û Mexmûrê kir.
Duh heyeteke hikûmeta Îraqê yaku ji hijmareke Fermandarên leşkerî û wezîran pêk hatibû serdana her du mihwerên Giwêr û Mexmûrê kir û ji aliyê Fermandarê wan mihweran Sîrwan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Pişt re di civînekî de heyeta hikûmeta Îraqê behsa serkeftinên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê kir û heyeta Îraqî spasiya hêzên pêşmerge kir ku kariye li hember terorîstan serkeftinên mezin bidest bixe û çendîn gundên Ereban jî ji destê terorîstan rizgar bikin.
Piştî civînê jî heyeta Îraqê li gel Fermadar û berpirsên wan her du mihweran serî li wan tank, panzer û amûrên leşkerî yên terorîstan dan yên ku ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine girtin.
