Serok Barzanî roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin pîroz kir
Bi helkefta roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê (S.X.L) pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên cîhanê, Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê handerekî dinê çespandina hemû wateyên rûyên bilindên ola pîroza îslam li dadwerî û lêborînî û pêkvejiyan û hevdû hezkirin û rêz li hevdû girtin, riswayî jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê bimîne ku bi navê olê dirindetirîn reftarê li dijî mirovayetiyê encam dane û hewla têkdana bingehên pîrozên ola pîroza îslamê didin.
Hêvî dikim ev helkefta pîroz dergeha xêr û xweşiyê ji bo xelkê Kurdistanê û navçeyê veke û dawiyê jî bi zulm û tundrewî û dagîrkeriyê bîne û welatê me li asûdeyî û bexteweriyê de bijî.
Wesselamun aleykum we rehmet tulllahî we berekatuhu
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11 ê Rebî'ul ewel 1436 ê Koçî
2 ê Kanûna Duyema 2015 ê Zayînî
