• Monday, 16 February 2026
logo

Sedir: Amerîka alîkariya komên çekdar dike

Gulan Media January 3, 2015 Nûçe
Sedir: Amerîka alîkariya komên çekdar dike
Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê Muqteda Sedir ragihand ku, Amerîka ne ji bo rizgarkirina Iraqê hatibû û niha jî piştevaniya komên çekdar dike.

Muqteda Sedir di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Ti carî baweriya min bi wê yekê nehatiye ku Amerîka ji bo rizgarkirina Iraqê yan bo rizgarkirina ti miletî hatibe welatê me.”

Wî lêderê şîe yê iraqî wiha got: “Amerîka alîkariya terorê û wan komên çekdar dike, ku serê xelkê jê dikin. Di serî de bi avêtina alîkariyan ji wan re û bombebarana ser hêzên bergiriyê dest pê kir, îro jî alîkariya wan dike.”

Sedir wiha domand: “Di ti operasyonekê de wan komên çekdar ziyan nedîtine.”

Rudaw
Top