• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî bersîva nameya pîrozbahiya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê da

Gulan Media January 2, 2015 Nûçe
Serok Barzanî bersîva nameya pîrozbahiya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê da
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bersîva nameya pîrozbahiya birêz Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê da û eve li jêr jî naveroka bersîva Serok Barzanî ye:

Birêz Kak Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Silavekî germ...

Nameya pîrozbahiya cenabê we ya bi helkefta serê sala nû gihîşt, gelek spasiya we dikim. Spas ji bo xwedayê mezin li sayeya xwîna şehîdan û xweragiriya gelê me, terorîst û dijminên mirovayetiyê li ser destê Pêşmergeyên me yên qehreman tûşî şikest û paşvekêşiyê hatin. Serkeftina Pêşmerge û xweragiriya gelê me wiha kiriye hemû cîhan bi çavekî rêz ve temaşa xebat û berxwedana gelê Kurdistanê bike. Pêwîste bi hewla hemû aliyek destkeftan û yekrêziya nîştîmanî biparêzîn û bi dilniyayiyê ve asoyekî ronak li benda gelê Kurdistanê ye û wê bigihe hêviyên xwe.

Bi hêviya xwedê sala nû, ji bo gelê Kurdistan û hemû gelên cîhanê sala xweşî û bexteweriyê dibe.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.01.2015



Top