• Monday, 16 February 2026
logo

“4 gundên Mexmûrê di destê Pêşmergeyan de ne”

Gulan Media January 2, 2015 Nûçe
“4 gundên Mexmûrê di destê Pêşmergeyan de ne”

Wezareta Bergirî ya Iraqê dibêje ku, ew her 4 gundên ku li eniya Guwêr–Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê hatine azadkirin û Pêşmerge tenê piştgiriya wan dikirin, berpirsekî Pêşmerge jî wê daxuyaniyê red dike.

Wezareta Bergirî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku, lîwaya 91 ji firqeya 19 a artêşa Iraqê bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn gundên Tilşeîr, Ciwêzata Xwarê, Xuraû, Cwêzata Banî û Sultan Ebdula li sînorê bajarokê Mexmûrê azad bikin.

Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hatiye ku, ala Iraqê li wan her çar gundan hatiye bilind kirin. Di beramber de berpirsê liqa Mexmûrê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Necat Elî Fatim ew daxuyaniya Wezareta Bergirî ya Iraqê red dike û dibêje “Naveroka daxuyaniya Wezareta Bergirî ya Iraqê derû ye.”

Necat Elî Fatim di daxuyaniyeke taybet de bo BasNewsê got: “ roja, 31.12.2014, tenê yek fewc ji artêşa Iraqê, ku praniya leşkerên wê Kurd bûn, di azadkirina her 4 gundîn Mexmûrê de beşdar bû.

Navbûrî red kir jî ku ew her 4 gundê di destê artêşa Iraqê de be û tekez kir ku “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di wan her 4 gundan de bicih bûne.”

Basnews
Top