Nêçîrvan Barzanî serdasna bereyên şer li baskê Giwêr-Mexmur dike
Nêçîrvan Barzanî digel fermandarên pêşmerge serdana çeperên xeta pêşiyê yên pêşmergeyê Kurdistanê kir û di axaftinekê de got ku, ji bona wan serkeftinên mezin yên pêşmerge di van du rojên çûyî de li vê deverê û deverên din bidest xistine destxweşî li pêşmerge kir û bi minasibeta sersala nû ya zayînî pîrozbahiyê li pêşmerge kir û hêvî kir ku sala 2015ê ji bo pêşmer ge û malbatên wan û timama xelkê Kurdistanê sala serkeftin, dawîanîn û jinavbirina teror û terorîstan be û aşitî û îstîqrar û avadeabî ji bo deverê, Îraq û herêma Kurdistanê vegere.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê herêma Kurdistanê hevxemî û sersaxiyên xwe pêşkeşî malbatên şehîdan kir û got ku, pêşmerge biwêrane û mêrxasane ji bona parastina xelk û destkeftiyên Kurdistanê, her ji Kobanî heta Şingal, Celewla û Sadiye, bi can û û xwîna xwe bergiriyê dike û qurbaniyan dide û ew di şerekî de şehîd dibin ku ew şer bi zorê bi ser xelk û herêma Kurdistanê de hatiye feriz kirin.
Serokwezîr got ku, hikûmet kar ji bona reorganîzekirin û biniştimanîkirina pêşmerge dide û rewşa jiyana wan baş bike.
