Mesrûr Barzanî: Pêşmergeyan, neyar rastî şikestinên mezin anîn e
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de pîrozbahiya sala nû li gelê Kurdistanê kir û ragihand ku, Pêşmerge serkeftinên mezin jî bidest anîne û neyar jî rastî şikestên gelek mezin kirine.
Di peyamekê de ku bi helkefta hatina serê sala nû, Mesrûr Barzanî, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kesûkarên serbilind ên şehîd û birîndarên şerê dijî terorê, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya welatiyên Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de amaje dike ku “Hatina serê sala nû di demekê de ye ku nêzî 5 mehayn e Hêzên Pêşmerge bi qehremaniyeke mezin bo parastina axa Kurdistanê û welatiyên Kurdistanê di şûna tevahiya cîhanê de li dijî terorîstên xwînxwar di şer dene û serkeftinên mezin jî bidest anîne û neyar jî rastî şikestên gelek mezin kirine.”
Barzanî welatiyên Kurdistanê piştrast dike û soz dide ku ew “Tevahiya hewl û karînên xwe bi tevger dikin daku berdewam bin li ser parastina Kurdistan û wan nirxên pîrozyên ku şehîdên me yên serfiraz xwe bo parastina wan feda kirin.”
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê berê xwe dide xelkên Kurdistanê û dibêje: “Bi derfet dizanim ku spasiya xelkê Kurdistanê bikim jiber ku li hember ev tengezariyên derbasbûyî berxwedaneke bêhempa nîşan raber kiriye, bila her kes piştrast be ku serkeftina Kurdistanê misogere û bi îradeyeke bihêz ber bi pêşerojeke geş ve dimeşîn.Careke din sala nû li tevahiya aliyan pîroz be, hêvî dikim sala nû sala xweşî û bextewerî be bo Kurdistaniyên hêja.”
Basnews
