• Monday, 16 February 2026
logo

Sala 2014an 118 rojnamevan hatin kuştin

Gulan Media January 1, 2015 Nûçe
Sala 2014an 118 rojnamevan hatin kuştin
Federasyona Rojnamevanên Navnetewî (IFJ) ragihand ku di sala 2014an de li tevahiya cîhanê 118 rojnamevan hatin kuştin.

IFJ ku navenda wê li Brukselê ye, diyar kir ku îsal li tevahiya cîhanê 118 rojnamevan hatin kuştin. Pakistana ku li 14 rojnamevan hatin kustin di rêza yekemîn de ye û herwiha ji bo rojnamevanan welatê herî xeter tê nîşandan. Piştî Pakistanê, Sûrî tê ku li wê derê jî 12 rojnamevan hatin kuştin.

Piştî herdu welatan jî Efganistan û Iraq tên. Di sala 2014an de li Iraq û Efganistanê jî her yekê 9 rojnamevan hatin kuştin. Li Ukraynayê jî 8 rojnamevan hatine kuştin.

IFJa sala 1926 hatî demezrandin nêzîkî sed welatan cihên wan hene. Zêdetirî 600 rojnamevan jî endamê wê ne.

Rudaw
Top