• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî beşdariya bîranîna şoreşa Felestînê kir

Gulan Media January 1, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî beşdariya bîranîna şoreşa Felestînê kir

Serokwezîrê Kurdistanê beşdariya bîranîna şoreşa Felestînê kir.

Duh li Hewlêrê Konsulusxaneya Felestînê merasimek bo bîranîna destpê kirina şoreşa Felestînê organîze kir.

Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê beşdariya merasima han kirin.

Di destpêka merasimê de pêştî pêşkêş kirina yadigariyên şoreşê bi Serokwezîr û mêwanan, Konsulusê Felestînê yê li Hewlêrê Nezimî Hizûrî peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya li hember beşdarî kirina Serokwezîr û rayedarên Kurdistanê di merasima han de diyar kir û balkêşande ser xebat û têkoşîna 50 salan ya gelê Felestînê û herwiha piştgîrî kirina Serokê berê yê Felestînê rehmetî Yasir Erefat ji doza Kurd.

Hizûrî herwiha behsa hewldanên Felestîniyan bo damezrandina dewleta xwe kir û sitayişên xwe bo dostatî û hevsoziya gelê Kurd û Serkirdatiya Kurdistanê bo doza Felestînê anî ziman.

Di beşeke din ya merasima han de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û got: Şerefeke mezine bo min ku beşdariya vê merasima han dikim jiber ku ev merasima han merasima bîranîna destpê kirina xebat û têkoşîna 50 salan ya gelê Felestînê bo bidest xistina mafên xwe yên revaye, ev tişta ku Felestîn û Kurdistan digehîne hev ne sînorên hevbeş belku armanceke mezintir heye ku gelê Kurd û Felestînê digehîne hev û ev jî xebat, berxwedan û mezilûmiyete.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got: Hêvî dikim gelê Felestînê bigehêje ev armancên ku bo wan xebat dike û hêvî dikim rojek jî bibin şahêdê damezrandina dewleta Felestînê yê ku bikarêbe bi awayekî aştiyane li gel Cîranên xwe de bijî û ez bawerim ku ev roja han vê were. Em gelek kêfxweşin ku xelkê Felestînê liwir dibînin, ev liwir di nava mala xwe dene û eger her cure kemanî û kemasî hebe daxwaza lêbûrînê dikim jiber ku rewşa ne bi vê rengiye ku em dixwazin.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku bi minasebeta bîranîna Şoreşa Felestînê rehmetî Yasir Erefat jî bibîr tînin û xebat û têkoşîna vî jî bi girîng dinirxinin û xebata rehmetî bo gelê Felestînê û piştgîriya vî bo deza gelê Kurd hertim di dilê me deye.
Top