DAIŞê 6 endamên encûmena bajarokê Zabê revandin
Jêdereke ewlekariyê ji PNA re ragihand, ku terorîstên DAIŞê duh roja çarşembiyê 6 endamên encûmena bajarokê Zab a li başûrê Kekrûkê revandin.
Li gor zanyariyan, DAIŞ li navçeya Zabê bawerî bi ti kes û aliyekê nemaye û goman li hemû xelkê dikin û her ji ber wê jî ew 6 endamên encûmena bajarokê Zabê revandine.
Li gor heman jêderî, heta niha nehatiye zanîn ku DAIŞê ew her 6 kes bo kuderê birine û çarenivîsa wan dê çawa be. Her ji ber ewê bûyerê û çend bûyerên dinên wisa, xelkê sivîlên deverê û bi taybetî erebên deverên başûrê Kekrûkê li DAIŞê bêzar bûne.
