Kurdistanê zêdeyî 32 milyon bermîl petrol hinarde kiriye
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz ragehand ku heta niha ji Herêma Kurdistanê 32,2 milyon bermîl petrol hatiye hinardekirin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Taner Yildiz di civîna çapemeniyê ya nirxandina sala 2014’an de da zanîn ku heta niha ji Herêma Kurdistanê 32,2 milyon bermîl petrol hatiye hinardekirin û got: “40 tankêr jî hatine barkirin û derketine rê, ji 2,5 milyar dolarî zêdetir jî dahat hat bidestxistin.”
Yildiz destnîşan kir ku ji bo Iraq normalîze bibe û her du alî li hev bikin diplomasiyeke cidî ya enerjiyê dimeşînin û wiha axifî: “Ligel hewldanên Tirkiyê di meha Sermawezê da Hewlêr û Bexdayê li hev kirin.”
Yildiz diyar kir ku ji meha Sermawezê û vir ve ji Ceyhanê 3,2 milyon bermîl petrol Şirketa Petrolê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) sewqî bazara navneteweyî kiriye û got ku ji vê hejmarê 520 hezar bermîl jî SOMOy’ê firotiye Rafîneraiya Petrolê ya Tirkiyê (TUPRAŞ).
basnews
