Bi vî awayî wê di 24 seatan de Kobanî were kontrolkirin
Lîwa Ebdilqehar ku nêzîkî mehekê bi derdora 150 pêşmergeyên xwe ve li Kobanî bû, tevlî Nûroja Rûdawê bû û zaniyariyên hûr derbarê şerê ku ev 110 rojin li bajarê Kobanî berdewam dike, aşkere kir.
Lîwa Ebdilqehar diyar dike ku DAIŞ ti karîn û hêza wê li Kobanî nemaye.
Fermandarê yekemîn hêza Pêşmerge ya ku çûbû Kobanî herwiha daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî dike ku hêzên bejayî û otombîlên Humer bişîne Kobanî, ji ber wek ew dibêhe, bi vî awayî wê di 24 seatan de Kobanî bi temamî were kontrolkirin.
Rudaw
