• Monday, 16 February 2026
logo

Ebadî: Damezrandina herêman li Iraqê mafekî desturî ye

Gulan Media December 31, 2014 Nûçe
Ebadî: Damezrandina herêman li Iraqê mafekî desturî ye
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez li ser pêkanîna herêmî li Iraqê kir û ragihand, ku damezrandina herêman li Iraqê mafekî desturî ye.


Heyder Ebadî di axavtineke xwe de ku li bajarê Basrayê pêşkêş kiriye û têde cext li ser guhastina desthilat bo hikûmetên xwecihî kiriye û ragihandiye: Ew kare pabendbûneke rastbîne û di berjewendiya welat de ye çûnkî bi bê serkeftina parêzgehan hikûmet jî serkeftî nabe.

Ebadî ragihandiye ku Basra sembola niştimanî û yekparçeyiya axa Iraqê ye û pêwîste samanê vê parêzgehê bo xelkê wê be û got: Divê serwet û samanên welê bi awayekî dadwerî bê dabeş kirinê û yek cih û alî tenê ji bo xwe kedxwariyê nekin.

Di beşekî din a axavtina xwe de serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê kiriye ku damezrandina herêm li Iraqê mafekî desturî ye û kes nikare astengiyan çê bike û rê lê bigre, lê belê divê guftûgo li ser bihê kirin da ku bihê zanîn ku ragihandina wan herêman çend pêywîste û di çi demî de be dê guncaw be.

Top