• Monday, 16 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî

Gulan Media December 31, 2014 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala nû ya zayînî
Hêvîdarim sala 2015 ji bo hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û hemû mirovayetiyê sala bextewerî û xweşguzeraniyê be. Hêvî dikim sala nû sala bi dawî hatina teror û înkarkarî û tundrewiyê be û êdî rûmet û kerameta mirov neyê binpêkirin û aştî xwe li ser navçeya me da bikêşe û bihayên mirovî li ser kîndarî û req da serbikevin.

Bi helkefta serê sala nû hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên rêya azadiyê û ji bo ruhê bêgerdê wan Pêşmergeyên qehremanên li şerê dijî terorîstên Da'îş de azayane canê xwe gorî gel û nîştîmanê kirin. Ji wê yekê bawerim ku gelê Kurdistanê bi wê bihaya xwe ya bilinda ke heye serdikevê û şikest û serşorî ji bo dijminan dimîne.

Bi pêwîstî dizanim li vê helkeftê de spasî xweragiriya hemû take kesekî xelkê Kurdistanê bikim û her wiha wan hemû azîzên li koçberî û kamp û wargehan de dijîn ku li rewşeke sext û dijwar da tehemula qeyran û nexweşiyan kirin û palpiştê hêzên Pêşmerge û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê bûn. Pişt bi xwedayê mezin û gelê Kurdistanê li sala nû da hemû bi serbilindî vegerin ser mal û halên xwe.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2014

Top