• Monday, 16 February 2026
logo

Rexîstina Bedirê bajarokek rizgar kir

Gulan Media December 30, 2014 Nûçe
Rexîstina Bedirê bajarokek rizgar kir
Rexîstina Bedir bajarokê Zilûyeyê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kir.

Serokê Rêxistina Bedir, Hadî Amirî ji Rûdawê re ragihand ku bajarokê Zilûye ku girêdayî parêzgeha Selahedîn e, ji aliyê çekdarên wan ve hatiye kontrolkirin.

Hadî Amirî diyar kir ku ji şeva borî êrişa wan li ser çekdarên DAIŞê li Zilûye destpêkiriye û îro saet 09:00ê tevahiya navçeyê ji destê DAIŞê hat derxistin.

Amirî aşkere kir ku di wê êrîşê de şêwirmendekî leşkerî yê rêxistina wan bi navê Ebas Ebû Hemze hat kuştin.

Serokê Rêxistina Bedir herwiha got, DAIŞê hemû mal û kolanên Zilûye bombe kirine.

Rudaw
Top