• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê du derba bi hev re xwar

Gulan Media December 30, 2014 Nûçe
DAIŞê du derba bi hev re xwar
Hat ragihandin ku li navçeya Hwîceyê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê ji girtîgeha DAIŞê bi dahan girtî reviyan.

Berpirsê Eniya Dubzê ya Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re got ku şeva borî balafirên şer yên heyvpeymaniya navdewletî li Hewîceyê çeperên rêxistina DAIŞê bombebaran kirin.

Kerkûkî diyar kir ku piştî balafirên şer navçe dan ber bombayan ew kesên ku di girtîgehê de jî, xwe ji destê DAIŞê rizgar kirin.

Kerkûkî anî ziman ku kesên xwe rizgarkirin otomobîla Ebu Omer Bexdadî ku pilebilindek DAIŞî ye, jî revandine.

Di derbarê nasnemeyên girtiyan de jî Kerkûkî got ku hêj nasmeyan wan ne hatiye diyar kirin.

Herwiha li gorî agahiyên Berpirsê Eniya Dubzê Kerkûkî dayîn, tevahiya herêmê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û tevahiya tevgerên çekdarên DAIŞê jî ji aliyê Pêşmerge ve tên çavdêrî kirin.

Rudaw
Top