• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê waliyê xwe li Geyare darevekir

Gulan Media December 30, 2014 Nûçe
DAIŞê waliyê xwe li Geyare darevekir

Berpirsekî bilind ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) aşker kir ku, çekdarên DAIŞ`ê waliyê xwe li nahiya Geyare ya ser bi Mûsilê ve, Berzan Hemûd bi tohmeta xiyanetkirinê darvekir.

Îro Sêşem berpirsê Liqa 4 a PDKê Ismet Receb ji BasNewsê re got:“ Bi tohmeta xiyanetkirinê, rêxistina DAIŞ`ê waliyê xwe li nahiya Geyare darvekir“.

Ismet Receb diyar dike ku“ Di çend bûyerên cuda de, 45 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin ku, 3 ji wan berpirsbûn û ji ber teqîna bombeke çandî li taxa Sade ya bajarê Mûsilê hatine kuştin“.

Berpirsê liqa 4 tekez dike ku:“ 42 çekdarên din ên DAIŞ`ê jiber bombebaran kirina frokeyên şer ên hevpeymanan li taxên Mûsil Cedîde û Faroq Qedîme hatine kuştin“.

Li gor ku navbûrî ragihandiye: Her li bajarê Mûsilê, îro çekdarên DAIŞ`ê çûne ser Banka Rafîdeyn liqa 112 ya li cade ya Xazî ya navîna bajarê Mûsilê û pereyên pir jê wê bankê derxistin û bi sê pasên ji curê Kiya veguhestin û piştre 2 pas vegeriyan û dubare li pêş çavên welatiyan bi lezgînî û bi şeprezeyî dest bi veguhestina peryan kirin“.

Rudaw
Top