Endemakî PDK–S sedema êrîşa ser ofîsa wan aşker kir
Duh, 29ê Kanûnê, hêzekê ji asayişa Hesekê êrîş kir e ser ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê–Sûriye (PDK–S) û al û arma wê anî xwar û 3 endamên wê ofîsê jî girtin.
Di vê derbarê Endamê Komîteya Navendî ya PDK–Sê Sedî Omer taybet ji BasNewsê re ragihand ku “Asayişa PYDê bi 4 otombîlan êrîşî ofîsa wan kirin, ji bilî dizîna kel û pelan, wêneyê cenabê Mela Mistefa û ala Kurdistanê jî anîne xwar.”
Seîd Omer dide zanîn ku, sedemên êrîşê kirina li ser ofîsa partiya wan li Hesekê bo wê yekê vedigere ku “Barzanî daxwazeke Elî Larîcanî bi dîtina Beşar Esed red kiriye, sedema din jî ewe ku Barzanî pêşwazîkirin li şandên Esed nake.”
Navbûrî ew reftara asayişê bi “Binpêkirina rêkeftina Dihokê da zanîn.” ku di 22ê Cotmeha borî de di navber Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), ku PDK–Sê endamekî wê yê serekî ye, û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) de, ku PYDê jî endamekî wê yê serekî ye, hatibû imzekirin.
Asayişa Hesekê, ku ser bi PYDê ve tê zanîn lê ew partî vê tohemtê red dike, dibêje ku, ji ber ku PDK–Sê mohleta kar ji kantonê wernegirtiye, wan ew ofîs girtin.
Rudaw
