• Monday, 16 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê îro 250 Miliyard Dînarên kompaniyan xerc dike

Gulan Media December 30, 2014 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê îro 250 Miliyard Dînarên kompaniyan xerc dike
Wezareta darayiya hikûmeta Herêma Kurdistanê îro sêşembe 250 Miliyard Dînar pereyê belênderên cîbicîkirê projeyan xerc dike û pere dixe nava bazarê.


Serokê Yekîtiya Belênderên Kurdistanê Rizgar Cemal di bêjedanekê de ragihand, ku wezîrê darayiyê hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku 250 Miliyard Dînar bo projeyên belênderan xerc bike û got:´´ piştî dawî kombûna me ligel wezîrê darayî, wezîr biryar da ku di 30, 12, 2014 dest bi xerckirina 250 Miliyard Dînar bo belênderan bihê kirin.´´

Rizgar Cemal herwiha got:´´ sê bank bo dabeşkirina wî pereyî hatine destnîşankirin ku li Hewlêrê banka Çolî, li Silêmanî banka Alaya Herêm û li Duhokê jî banka Gare ye.´´

Civata wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê di 8/4/2014 de biryar da ku %40 ê pêşîneyan bo belênderan xerc bike, paşê ew biryar hate rawestandin û paştir di 10/6/2014 de ji ber qeyrana darayî bi yekcarî hate rawestandin.

Serokê Yekîtiya Belênderên Kurdistanê amaje bi ewê yekê jî kir ku ji Bexdadê ve dê pereyên din jî bihê û dê bihê dabeşkirin û tekez kir ku ew 250 Miliyard Dînar ê niha, tenê %15 heta %18 pereyê pêşîneyên belênderan tije dike.

Di sala 2014 de, ji koma 3 hezar projeyên li Herêma Kurdistanê, çalakî di %80 ê wan projeyan de hatiye rawestandin û 300 weberhêner jî tûşî îflasê bûne.

Pêştir peyvdarê Yekîtiya Belênderên Kurdistanê Yasîn Mehmûd ragihandibû, ,ku hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 Miliyard Dolar qerzdarê belênderan û kompaniyên kerta taybetî ye.

Top