Balafira windabûyî hat dîtin
Rayedarên Endonezyayê ragihandin ku di dema xebatên lêgerîna ji bo dîtina balafira AirAsiayê ya ku roja yekşemê dema ji Girava Sûrabayayê diçû Sîngapûrê winda bû de, li deryaya Javayê 6 term hatin dîtin.
Saziya Rizgarkirin û Lêgerinê ya Endonezyayê (BASARNAS) diyar kir ku parçeyên balafira ku windabûyî 23-30 metrayan di bin deryayê de hat dîtin û herwiha 11 binavger ji bo terman derbexin dixebitin.
Rudaw
