• Monday, 16 February 2026
logo

YPG dibêje ku di sala 2014 de wan 5 Hezar terorîst kuştine

Gulan Media December 29, 2014 Nûçe
YPG dibêje ku di sala 2014 de wan 5 Hezar terorîst kuştine
Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl amara sala 2014`an bo raye giştî aşkere kir.

Rêdûr Xelîl ragihand ku, Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di sala 2014`an de 3 qonaxên dîrokî derbaz kirin ku bi vê awayî ne:

1 - Di qonaxa yekem de hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 150 Hezar Kurdên Êzîdî rizgar kirin.

2 - Qonaxa Duyem: Berxwedana dîrokî ya Kobanê bû ku babeta behsa hemû cîhanê bû.

3 - Qonaxa Sêyemîn :Destpêkirina Oparesyon Parastin û Rizgarkirina Til Hemîs bû ku bereya Rojavayê Serêkanî û heya aliyên din yên bajaroka Mebroke û Gundê Alya bû.

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl amaje bi wê yekê kir ku, berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li Kobanê tenê ne jibo Kurdan bû bo parastina hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistan`ê bû û got: Di sala 2015`an de berxwedana li dijî Çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) dê bi hêztir bibe daku ew rêxistin têkbişke û em hêzên xwe ji aliyê hejmarî û perwerdeya pisporane ve bi hêztir dikin.

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl aşkere kir ku, di sala 2014`an de 537 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd bûne ku 14 şervan ser bi Volkana Firatê ne.
Top