Li Efrînê 11 kes şehîd û birîndar bûne.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Hawar ku li zarê jêderekê di nava nexweşxaneya Afrîn de belav kiriye, di wê teqînê de 7 kes şehîd bûne, ku ji wan 2 şervanên YPJ û şervanekî YPG`ê şehîd bûne û 4 kesên sivîl ku bi regez ereb in û xelkê bajarê Enedanê ne jiyana xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne û niha li nexweşxaneya Afrîn tedawiyê dibînine.
Herwiha birîndarên bûyerê jî ragihandine ku wan berya teqînê dengê firokeyan bihîstine lê nizanin ew teqîn çawa çêbûye û nayê zanîn ku ka gelo ew teqîn di encama bombebarana firokeyên cengiyên rêjîma Sûriyê bûye yan jî di encama teqîna otomobîleke bombekirî de bûye.
Hêjayî gotinê ye ku xala kontrolê ya Qitmê yek ji xalên stratejîk ên di navbera Efrînê û navçeyên jêr kontrola opozisyona Sûrî û bereya Nusre de ye.
