Serdana şanda Îranê bû sedema nerazîbûna Kurdên Rojhilat
Di wê nameyê de ku kopiyek gehiştiye BasNewsê, çalakvanên Kurd wiha dibêjin: ‘’Kesek bi navê Cafer Sehrarûdî di nav şanda Îranê de bû ku yek ji tohmetbarên kuştina sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Ebdulrehman Qasimlo bû.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo sala 1989’ê li bajarê Viyana ya paytexta Avusturya di dema gotûbêj û civîna ligel şanda Îranê de teqe lê hat kirin û hat şehîd kirin. Partiya Demokrata Kurdistana Îranê navbirî bi wê yekê jî tohmetbar dikin ku di sala 1996’ê de baregahê partiya wan li qezaya Koyê ya Başûrê Kurdistanê teqandiye.
Li gor agahiyên BasNewsê, wan çalakvanên Kurd kampanyayek bi navê ‘’Yekê Befranbar’‘ dane destpêkirin û îmzeyan kom dikin û nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlamentoya Kurdistanê û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re şandine.
Eva jêrê teksta nameya çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ye:
Peywendiyên dîplomatîk ligel Îranê, ji ber sînorekî berfireh di navbera Herêma Kurdistana Başûr û Komara Îslamî ya Îranêde , herwiha siyaseta Komara Îslamî bo berfirehkirina desthilata xwe li Rojhilata Navîn û İraqê, tiştekî pêwist e, lê ligel vêna jî dam û dezgahên fermî yên Kurdistana Başûr li beramber raya giştî, fikra neteweyî, peywendiyên civakî yên her çar parçeyên Kurdistanê berpirs in. Şêwazê pêşwazîkirin û pêşwazîkirin li şandeke siyasî ku yek ji endamên wê şandê wek tawanbarekê di şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo de tê naskirin dibe sedema ku navbera du parçeyên niştiman nexweş bibe. Ligel vêna jî hestê ferdên Kurd bi giştî birîndar dike û evna jî dibe sedema ku derz bikeve peywendiyên civakî yên herdu parçeyên Kurdistanê, her bi vêna jî ranaweste derbarê desthilata Kurdî li Kurdistana Başûr gumanê li ba ferdên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê çêdike.
Bêguman acizbûna xelkên Rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdarên Kurdistana Başûr tenê aşê Komara Îslamî pê digere û ne tiştekî din, ji ber serdana kesên wek Sehrarûdî hestê neteweyî yê Kurdên Rojhilat birîndar dike û pêgeha desthilata Kurdî ya Başûr jî di nav civaka Rojhilat de lawaz dike. Loma em daxwazê ji we dikin daku careke din rê nedin kesên wek Sehrarûdî ku di serkutkirina xebata Rojhilat de destên wan heye bi fermî serdana Kurdistana Başûr bikin.
Basnews
