• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Misirê kir

Gulan Media December 29, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Misirê kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duh roja yekşemiyê 28.12.2014ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Omer Fehmî konsulê nû yê Komara Misirê kir û di civînekê de têkeliyên herêma Kurdistanê û komara Misirê nirxandin.

Konsulê Misirê ji bo wê pêşwaziya gerima lê hatiye kirin sipasiya serokwezîrê Kurdistanê kir û tekîd kir ku, Komara Misirê giringiyeke taybet bi bi têkeliyên xwe yên bi herêma Kurdistanê re dide, têkeliyên di navera Kurdistan û Misirê de têkeliyên dîrokî ne û ew jî dê lêbixebite wan têkeliyan ber bi pêş bibe, bi taybetî têkeliyên di warê êkonomî, kulturî, civakî û peydakirina derfetên karî bo kompaniyên misirî daku sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazîn in û hekarîkirina wan xwendekarên herêma Kurdistanê yên li welatê misirê dixwînin.

Konsulê misirî serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstên DAÎŞ bi dest xistine pîroz kirin û sersaxiyên xwe pêşkeşî malbatên şehîdan kirin û ji birîndaran re hêviya zûçakbûnê kir û got ku hikûmet û gelê misirî ji dil dixwaz in herêma Kudistanê û Îraq aram bibin û amadeyêya Misirê ji bo piştevanî û hevkariya Kurdistanê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna konsulê nû yê Misirê li herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Rewşa deverê bi giştî, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û lihevhatina vê dawiyê ya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de konsulê Misirê ew lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê bi gavek giring wesif kir û hêvî kir ku, hemû pirsgirêk bên çareser kirin.


Top