Zêbarî: Hemû mûçeyên Kurdistanê dê werin şandin
Hoşyar Zêbarî di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê de behsa hurgiliyên butçeya sala 2015 û pişka Herêma Kurdistanê ji wê butceyê kir û wiha got: “Nêzîkî 100 trilyon dînarên Iraqê hene, lê pêwîstiya wê bi xerckirina 125 trilyonî heye bo sala 2015.”
Zêbarî wiha domand: “% 80ê ji butceya Iraqê ji muçeyê fermanberan re diçe. Tişta ku dimîne jî bo piroje û veberhênanê ye, 45 trilyon dînar e.”
Derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji butceya Iraqê jî, Wezîrê Darayî yê Iraqê da zanîn ku, “Pişka Kurdistanê 15 trilyon û hinek e. Hikûmeta Iraqê 18 tirilyon dînar wek yedekê sala 2015 danî ye, ku pişka Kurdistanê jê bêtirî trilyonekê ye.”
Hoşyar Zêbarî wiha got: “Li gorî rêkeftina Hewlêr û bexdayê, ji niha ve şandina butceyê herêma Kurdistanê dereng nakeve û her demekê ku li Parlamentoya Iraqê were pejirandin, Wezareta Darayî dê rasterast butce û mûçeyên Herêma Kurdistanê biçîne.”
Derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji butceya 2014, ku Bexda ji Kurdistanê re neşandiye, Zêbarî wiha domand: “Ew butce rastî pisgirêkeke mezin hat, Hikûmeta Iraqê tenê meha yekem û duyem ji sala 2014 şand, mehên din jî Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî neşandin. “
Wezîrê Darayî wiha domand: “Niha rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ku Bexda di nava 2 mehan de 1 milyar dolar ji Kurdistanê re şand û Hewlêrê jî 150 hezar bermîl petrol da Bexdayê.”
Hoşyar Zêbarî takez kir ku, “Niha hikûmeta Iraqê di qeyraneke mezin de ye û got: Sala 2015an ji aliyê darayî salek dijwar be, bi taybetî di 6 mehên yekem de, lê dibe ku buhayê petrolê zêde bibe û ew qeyran kêmtir bibe.”
Herwiha Zêbarî da zanîn ku, “Hikûmeta Iraqê di butceya sala 2015an de wek cara yekê hizir dike ku bacê ji welatiyan werbigre û dahata xwe ya navxwe pê zêde bike, ku bacê li ser otomobîl û mal û zevî û geşteyan jî werbigre.”
Rudaw
