• Monday, 16 February 2026
logo

YNK û Bedir li Xurmatû lihev kirin

Gulan Media December 29, 2014 Nûçe
YNK û Bedir li Xurmatû lihev kirin
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û rêxistina Bedir a şîeyan li ser rêvebirina navçeya Xurmatûyê di nava odeya operasyonan de, lihev kiriye, lê Rêveberê Asayîşa Xurmatû wê yekê red dike û dibêje, xelkê daxwaz dikin ku ew milîs li bajarê wan nemînin.

Roja şemiya borî melayek bi navê Selah Cemal Wehab li navçeya Xurmatû hat kuştin û piştî wê bûyerê tevlihevî li wê navçeyê derket û xelkê wê milîsên şîeyan tohmetbar dikin bi kuştina wî melayî.

Berpirsê Bazneya Hemrîn a YNKê Kerîm Şukir ji Rûdawê re ragihand: “Civînek 4 alî di navbera me wek YNKê û Qayîmqamê Dûz û Nûnerê Hêza Bedir û Berpirsê Eniya Dûz a Hêzên Pêşmerge Ebdula Pur de hat pêk anîn, ew jî bo başkirina rewşa wê navçeyê.”

Kerîm Şukir wiha domand: “Di wê civînê de me li ser çend xalan lihev kir û me çend komîte jî bo vê yekê pêk anîn.”

Şukir derbarê naveroka rêkeftinê wiha got: “Me biryara pêkanîna hêzekê da, ku ji asayîşa wê navçeyê û polîsan pêk were da ku berdewam ewlehiyê biparêzin û rê li ber tevliheviyê bigrin.”

Wî berpirsê YNKê red kir ku hêzên Şîeyan daxwaz wergirtina ewlehiya bajêr kiribin û wiha domand: “Daxwaza wê yekê nekirin û nakin jî. Çawa emê ewlehiya bajêr bidin wan, niha li vir hikûmet heye û asayîş û ewlehî di destê wê de ye.”

Lê Rêveberê Asayîşa Xurmatû Faruq Ehmed wê rêkeftinê red dike û di wê baweriyê de ye ku ji nav aliyên siyasî tenê YNKê razî ye bi mana milîsên şîeyan li qeza Xurmatû.

Faruq Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Em bo wê civînê nehatibûn vexwendin. Tevî ku diyar e ew milîs nayên taxên kurdan, lê dîsa xelkê navçeya xurmatû wê bi man wan nerazîne.”

Ehmed derbarê biryarên civînê wiha got: “Ez bi xwe ji biryarên wê civînê nehatime agahdarkirin û ti erk neketiye ser milê min de, da ku pê rabim.”

Rêveberê Asayîşa Xurmatû li ser daxwaza xelkê wê deverê wiha got: “Xelk dixwazin milîsên şîeyan li vir nemînin. Daxwaz dikin ku neyên bajarê wan û xelkê nerevînin û nekujin. Dema ku hêza Bedir dikeve nav odeya operasyonan de, bi fermî tê naskirin û eger ne fermî be jî çawa dibe ku ew erk bigihê.”

Rudaw
Top