Balafir li Şingalê bi giranî li DAIŞê didin
Berpirsê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê Emîd Behram Erîf Yasîn ji Rûdawê re ragihand: “Îro nîvro balafiran 3 caran navendên DAIŞêli Şingalê dan ber bombeyan.”
Emîd Behram Erîf Yasîn wiha got: “Di encama wan bombebaranan de cebelxaneyeke mezin a DAIŞê hat teqandin û bi yekcarî jinavbirin.”
Yasîn da zanîn ku cihekî din jî bû armanca wan balafiran û got: “Navenda Asim Ezo hat bombebarankirin, ku yek ji fermandarên DAIŞê li Şingalê tê de bû û ew û hejmarek çekdarên din hatin kuştin.”
rudaw
