Li Kerkûkê 66 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Çavkaniyên ewlekarî yên Iraqê ragihandin ku 86 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin di êrîşeke frokeyên hevpeymaniya navdewletî li bakurê rojavayê Kerkûkê.
Li gor nûçeyeke televîzyona BBC, ev operasiyon a hevpeymaniya navdewletî li qezaye Hewîçe ya ser bi Kerkûkê ve hatibû encamdan.
Di encama vê operasyonê de 66 çekdarên DAIŞ hatine kuştin, ewên din jî birîndar bûn.
Hevdem, Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkla (DAIŞ), sîstema rokêtan a wê rêxistinê li parêzgeha Ebar ya Iraqî ji nav birin.
Piştî çend operasyonên ezmanî yên dijwar li dijî pêgehên çekdarên DAIŞê li Iraqê, bi taybetî li parêzgeha Enbarê, hevpeymaniya navdewletî radgihand ku, forkeyên wê karîn sîstema rokêtan a li navçeya Esed a ser bi Enbarê ve ya di dest DAIŞê de, ji nav bibin.
Basnews
