Eniya Mexmûrê- Êrişên DAIŞê hatin pûçkirin
Fermandarê Eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku wan bi çeka ji cureya Mîlan a antîtank bersiva êrişên DAIŞê yên ku bi tank û wesayîtên bizirxî pêkanîn, û êrişa rêxistinê pûç kirin.
Sîrwan Barzanî diyar kir ku di encama pevçûnan de peşmergeyek birîndar bû û lê çend çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê wan jî di destê wan de ye.
Barzanî anî ziman ku cara ewil e rêxistina DAIŞê ew qasî zêde bi wesayîtên bixirzî êrişê dike û got ku lê dîsa nekarin pêş bikevin û mecbûr bûn ku paşve vekişin.
24ê Berfenbarê 4 çekdarên DAIŞê yên xwekujer li gundê Guwêrê êrişî baregehekê kiribûn û di encame wê de 5 pêşmerge şehîd ketibûn û 25 pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Rudaw
