• Monday, 16 February 2026
logo

Naveroka nameya Serok Barzanî ya ji bo Wezareta Pêşmerge

Gulan Media December 27, 2014 Nûçe
Naveroka nameya Serok Barzanî ya ji bo Wezareta Pêşmerge
Roja 14.12.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyek da ji bo Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li heft xalan da rênimayiya nû ya ji bo yekxistin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye. Eve jî naveroka wê nameyê ye:

Ji bo / Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Babet: Rênimayî

Ji ber wê yekê ku Wezareta Pêşmerge Wezaretekî girînge û erkekî giran û pîroz li ser milê wê ye, ji bo wê yekê Wezareta hemû gelê Kurdistane. Niha jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmetekî bingeha wê berfirehe, neku pêncî bi pêncî di navbera dû partiyane, ku wate divê reftara karmendên Wezaretê reftarekî neteweyî bê neku hizbî û partiyetî.

Ji bo wê yekê pêwîste gelek bi hurî ev xal li ber çavan bêne wergirtin:

1. Bi tu awayekî karê rêkxistin û hizbayetî li nav Wezaretê nayê kirin û ew kesê bixwaze li nav Wezaretê hizbayetî bike bila dest ji kar bikêşê û vegerê nava hizba xwe.

2. Dabeşkirina çek û teqemenî li gor pêwîstiya bereyên ceng dibê, neku li ser bingeha pêncî bi pêncî ya hizbî.

3. Bûdçeya hemû hêzên Pêşmerge, bi lîwayên wezaret û her dû yekîneyên 70 û 80 ve jî, divê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve bête dabeş kirin, neku bi awayê berê.

4. Pêwîste her çî zûtire hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi rêkupêkî bêne yek xistin. Bi awayekî ku nabê hizbayetî têda hebê.

5. Guhertin li wan Fermandeyiyan bê kirin ku li şerê dijî terorîstan da nekarîne erkê xwe bi başî cîh bi cîh bikin û fermandeyê din ku çalak bûn bikevin cihên wan.

6. Her karmendek, li her ast û postek da bê, rapor li ser rewşa wezaretê bide her hizbek, dihête siza kirin û didine Dadgeha Serbazî.

7. Her hêzek li derveyê wezaret hebê bi neyasayî tê hejmartin û kes nikare hêzeke nû ji derveyê Wezaretê dirust bike.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.12.2014
Top