• Monday, 16 February 2026
logo

Osman Ocalan rexneyên tund arasteyî PKKê û HDPê dike

Gulan Media December 27, 2014 Nûçe
Osman Ocalan rexneyên tund arasteyî PKKê û HDPê dike

Birayê rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulla Ocalan, Osman Ocalan rexneyên tund asrasteyî hevserokê CKCê û hevserokê HDPê dike û dibêje ku, ew her du rûbirûyê berpirsiyaretiyeke dîrokî bûne û ketine bin sêwana dujminên hebûna Kurdan.

Di daxuyaniyeke taybet de bo BasNewsê, Osman Ocalan ragihand ku, ew hêvî dike ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di sala nû de dewleta Kurdî raghîne û got: “Pêwîste Cemîl Bayik û PKKê wê rastiyê qebûl bikin û rêz li xwestekên gelê Kurd bigrin û êdî nekevin bin sêwana dujminên Kurdan.”

Osman Ocalan diyar dike ku “Bi dirêjahiya dîrokê, aliyên sosyalîzm û îslamî li dijî hebûn û xwestekên Kurdan bûn, niha jî PKKê ketiye bin sêbera wan de û li gor daxwaza wan daxuyaniya dide û helwestan nîşan dide, ku berovajî xwesteka sedan sal a gelê Kurd e, bi vê yekê jî Bayik û Demîrtaş rûbirûyê berpirsiyaretiya dîrokî bûne.”

Navbûrî tekez dike ku, ew bawer nake ku Abdulla Ocalan ligel wan helwestên Bayik û Demîrtaş be û wiha berdewam kir “Pêwîste serkirdeyên PKKê rêz li xewna sedan sal a Kurdan bigrin.”

Birayê rêberê BKKê diyar dike jî ku, niha Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ketine bin sêwana sosiyalîzm û îslamiyan de “Ew jî her dem li dijî hebûna Kurdan bûn.”

Osman Ocalan balkişande ser gotinên Demîrtaş ku digot nabe Şengal bi Başûrê Kurdistanê ve were girêdan û got: “PKKê û HDPê bi nêhta karê xirab bin li Şinaglê, pêwîste rêz li destkeftin Pêşmerge û Barzanî bigrin û bi siyasetên xwe yên şaş ziyan û zererê neghînin doza Kurd.”

Basnwes
Top