Mûsil: Dêrek ji aliyê DAIŞê ve hat teqandin
Qeşeyê bi navê Behnam Reid, ji Rûdawê re got ku çekdarên DAIŞê dêra Meryem li bajarê Mûsilê teqandin.
Qeşe Behnam diyar kir ku çekdarên DAIŞê destpêkê hemû kelûmelên nav dêrê derxistibûn paşê jî dêr teqandibûn.
Heta niha çekdarên DAIŞê gellek cihên pîroz ên mesîhî û misilmanan li Mûsilê teqnadine.
Mûsil roja 10ê Hezîrana îsal ket destê DAIŞê û heta niha jî DAIŞê te de ye. Ji ber vê yekê bi dehan hezar welatiyên mesîhî û yên din neçar man mal û warê xwe bedin û birevin.
Dêra Meryem li taxa Erebî ya bajarê Mûsilê bû.
Rudaw
